modified on 19 Tîrmeh 2011 at 14:23 ••• 227 views

Gerdûn

Ji ENDEZYARIYA bi KURDÎ

Gerdûn (*) gelekî fireh e. Di gerdûnê de pir galaksî, bi Kurdî gelawêj (**) hene.

Şêweyên gelawêjan jî pir in. Riya Kadizê yek ji gelawêjan e. Ew li dor xwe digerin, ji lew re, kurdan jê re gotiye: Çerxa Felekê. Roja me di Riya Kadizê de ye. Roja me wekî gerstêrk tê binavkirin. Cîhana (ev erdê ku em li ser dijîn) ji exteran (gerstêrk, planet) tê hejmartin.

(*) Di hinek weşan û berheman de ji bo dinyagerdûn hatiye gotin. Di vê gotarê de gerdûn di wateya fezayê de hatiye bikaranîn.

(**) Gelek kes ji galaksiyê re dibêjin kadiz an jî riya kadizê. Di eslê xwe de galaksî bi kurdî gelawêj e û riya kadizê jî yek ji gelawêjan e. Yanî riya kadizê navê wê gelawêjê ye ku cîhana me jî tê de ye.