META - MATEMATÎK
Ji ENDEZYARIYA bi KURDÎ
Matematîk zimanê xwezayê ye, ruyê xwezayê jî di fizîkê de dertê holê. Hemû zagûnên fizîkê bixwe dengê xwezayê ne. Çewa ku deng bi ziman sererast dibe û dertê derve, peyvên xwezayê jî bi matematîkê dertên derve û xwe diyar dikin. Lê ev matematîka ku neha em bikar tînin bi destê mirovan hatiye amadekirin. Hemû şert û zirûfên matematîkê mirovan lihev aniye. Ji aliyekî ve mirov dikare bibêje ku matematîk bixwe tiştekî lihev hatî ye. Mirov li xwezayê nihêriye, jê femkiriye û ev ziman di navbera xwe û xwezayê de sazkiriye.
Xweza ji mirovan re negotiye ka bila hemû mirov li min gohdar bibin ezê tiştekî bibêjim lê mirovahî xwestiye ku ji zimanê xwezayê fem bike û li gora vêya jî xebitiye. Roj bi roj, dem bi dem tiştan afirandiye, wek tîp bi tîp an jî peyv bi peyv lê zêdekiriye û zimanekî afirandiye. Hejmaran afirandiye, nav li wan kiriye, carna wan tevî hev kiriye, carna wan ji hev derxistiye, wêda û vêda biriye… Bi hezar salan hemû mirov di jiyana xwe de li ser vêya xebitîne. Di her derê jiyana wan de pêwîst bû ye ku mirov zimanê xwezayê fem bikin ku jiyana xwe hêsantir bikin. Çiqa ku pirsgirêk derketine pêşiya jiyana mirovan mirov fikirîne û çareseriyan dîtine. Ev fikir û ramana wan jî ji aliyekî ve pêşxistina zimanê xwezayê ye. Belê zimanê xwezayê yanî matematîk pêşketiye, hatiye asta herî bilind.
Belê me gotibû matematîk ziman e, zimanê xwezayê ye. Çewa ku mirov bi zimanê xwe; Ereb bi Erebî, Kurd bi Kurdî, Tirk bi Tirkî, Îngilîz bi Îngilîzî û hwd. yan jî çewa ku kuçikek di ewite û tucar mîna dewarek deng dernaxe xweza jî mîna xwe bi me re diaxive. Xweza bi matematîkê bi me re diaxive. Ji me re derd, raman û hêstrên xwe dibêje. Li gora vê ya ku mijar çi be wê xweza jî li gora vêya tiştan bibêje, peyvan hilbijêre. Ku mijar hêsan be wê hevokên ku xweza çêdike jî hêsan be. Di ziman de hinek hevok sivik, kin û hêsan in dîsa di matematîkê de jî hinek formul sivik, kin û hêsan in. Rewşa xwezayê ya fizîkî çewabe wê matematîka wê jî li gora wê be. Mesela fizîka Newton bi matematîkeke gelek hêsan tê femkirin. Lê fizîka kuwantûmê hinek zêdetir bi tevlihevî ye, bi gelek peyv û hevokên dirêj û tevlihev tê ziman.
Di fizîkê de gelek mijar hene. Yek ji yekî cûdatir e. Matematîka wan jî cûda ye. Formulkirina çûyîna erebeyekî ku dema mivov pêlî firênê bike ka wê kîngê û li ku bisekine gelek giran nîn e. Lê formulkirina elektronekî ku li dora atomê dizivire û carna qabaz dide atomeka din ka leza wê û vejan(enerji)a wê çewa diguhere gelek giran e. Rewşa fizîkî rewşa matematîkê jî gelek diguherîne. Di pergalên fizîkî yê ku ji hindirê pergalê pergaleke nû û ji xwe diafirîne de matematîka fraktal an jî bi navê matematîka kaos dertê. Bi rastî ev mijar hinek giran e lê êdî mirov vî mijarî jî ji xwezayê fem dikin. Lê hinek mijar hene ku hêjî baş nehatine femkirin. Wek lezgîniya ronkahiyê(c ), wek madeyê tarî, wek vejen(enerji)a tarî û hwd. Her çiqas ku lezgîniya ronahiyê bi teoriya Einstein ya bi navê Relativîte hatibe gotin jî hinek tişt ne diyarin, di tariyê de mane. Di hindirê wan mijarên dawî de yê mîna madeyê tarî û vejena tarî de metamatematîk veşartiye. Xweza di vir de rengê dengê xwe hinek stûr dike û wisa diaxive. Divê mirov baş gohê xwe bidê û lê guhdar be, ka xweza di hebûda madeyê tarî û vejena tarî de ji me re çi dibêje. Di wan hevokên xwezayê de raz(sır)eke gelek veşartî û li ser hebûn û destpêka xwezayê heye. Divê em guhê xwe gelek baş vebikin ji bo ku em fem bikin. Çiqa matematîk hatibe zanîn wê ewqa jî xwaza bê femkirin. --Hesen 20:54, 11 rezber 2011 (EEST)
