Derbarê Platformê
Endezyar.org — Mala Zanist û Endezyariya Kurmancî
Endezyar.org ji bo pêşxistina nivîskarî, lêkolîn û parvekirina zanyariyên teknîkî bi Kurmanciya standard (alfabeya Latînî) hatiye avakirin.
1. Formata Navneteweyî ya Makaleyan
Dema tu nivîsa xwe wekî Makale an Gotara Pêşbirkê hildibijêrî, pergala me bixweber rûpelê wekî kovareke endezyariyê ya navneteweyî amade dike:
- Koda bêhempa ya gotarê (
END-2026-XXXX), dema xwendinê û metadata nivîskar.
- Qutiya taybet a Kurte (Abstract) û peyvên sereke.
- Hejmarkirina otomatîk a beşan (
1., 1.1) û tabloya naverokê ya zindî.
- Şêwekirina otomatîk ji bo wêneyan (
Wêne 1:), tabloyan (Tablo 1:), hevkêşeyên matematîkî û blokên kodê.
- Beşa jêderan û qutiya Kopîkirina Jêderê (APA, IEEE û BibTeX).
2. Pêşbirka Mehane ya Gotarên Xwendekaran
Her meh mijareke nû ya endezyariyê ji bo xwendekarên lîsans, master û doktorayê tê ragihandin. Beşdar rasterast ji studyoya nivîsandinê gotarên xwe dişînin dewra çalak; jurî gotaran dinirxîne û xelatên 1em, 2yem û 3yem li ser profîlên serkeftî tên nîşandan.
3. Têkilî û Desteya Edîtoriyê
Ji bo pirs, pêşniyar an hevkariya akademîk, tu dikarî ji rûpela têkiliyê an jî rasterast li ser agahi@endezyar.org peyam bişînî.